Têketin:    Nav / ناو:          Şîfre / وشه‌ى نهێنى        Xwe qeyd bike / تۆماركردن
     Rûdaw Logo  
“Median Empire MC“ tirsa şerê klûban vejand

Klûbên motorsîklêtan xwedî îmajeke şerok, krîmînal, çeteyî û tarî ne û di nav kesên normal de tirs û xofê belav dikin. Li Almanyayê klûbên wekî Hells Angels û Bandidos, ku yên herî mezin in li Almanyayê, di van salên borî de gellek caran bûn sedema manşetên rojnameyan, bi taybetî bi bûyerên kuştina endamên hevdu û karên krîmînal. Ev çend meh in ku klûbeke Kurdan jî li van klûbên motorsîklêtan zêde bûye û polîsên alman çaverê dikin ku zû yan dereng di navbera Kurdan û klûbên din yên motorsîklêtan de wê şer û pevçûn derkevin.

Koln (Rûdaw) - Klûba motorsîklêtan ya Kurdan “Median Empire MC“ di Mijdara 2011ê de li bajarê Kolnê hatiye damezrandin, piştî ku “Mongols MC Dark City“ ji klûba “Mongols MC Germany“ cuda bûn. Vê gavê şaxa navîn ya klûbê (Mother Chapter) xwedî 17 endamane û li Kolnê ye, li bajarên Nürnberg û Karlsruhe jî şaxên klûbê hatin damezrandin û çendîn şaxên din li ber damezrandinê ne, weke li bajarên Bonnê û Düsseldorfê.

Klûbê navê xwe ji Împeratoriya Medan wergirtiye û di vê bareyê de li ser malpera klûbê wiha hatiye nivîsîn: “Medî şervanên bêtirs û siwar bûn. Wan ji hespên xwe yên herî baş re arîmaspû digotin, ku tê wateya “hespê min yê arî“. Ji aliyê taktîkî bêmînak û gellekî baş koordînekirî, ew ji bo dîszîplîna xwe ya di asta herî jor de navdar bûn. Ji ber vê yekê em li ser pişta xwe “Median Empire MC“ hildigirin, ji ber tena cudabûn ewe ku em îro siwarên motorsîklêtanin, li şûna li ser pişta hespê.“

Lê klûbên motorsîklêtan ne tenê ji bo demborandina ligel hevalan û mijûlkirinê tên damezrandin. Li gor gellek lêkolînan û biryarên dadgehan, ev klûb pirranî ji bo karên krîmînal û çetetiyê tên bikaranîn û destên endamên van klûban di nav gellek karên tarî de hene, ji bazirganiya narkotîkê heta laşfiroşiyê, ji kuştinê heta standina pereyan a bi zorê. Û di nav van karan de yên ku cihê xwe girtine hene, beriya hemuyan klûbên Hells Angels û Bandidos. Kesên ku bi şopandina van klûban mijûl in, dibêjin ku bi taybetî klûba Hells Angels klûbên din li kêleka xwe tehmûl nakê û ji ber vê yekê pirseke demê ye heta ku di navbera Hells Angels û Median Empire MC pevçûn derkevin.

Di meha Çileya îsal de jixwe Hells Angels û Bandidos pevçûbûn û çar kes brîndar bibûn. Dawiya Gulanê li bajarê Bottropê endamekî Bandidos di encama êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin. Guman heta niha jî li ser endamên klûba Hells Angels e. Meha borî jî di oporasyoneke berfireh de klûba Hells Angels ya li Berlînê hatibû dorpêçkirin û paşê klûb hate qedexekirin.

Herçiqasî heta niha klûba Median Empire MC bi bûyerên nebaş bal nekişandiye ser xwe jî, lê dîsa jî ew di jêr çavdêriya polisên alman de ne û “em wan jî weke klûbên din dişopînin“, weke ku berdevkê polîsan, Carsten Möllers, dibêje. Tevlî ku endamên Median Empire MC û polîs heta niha çendîn caran rastî hev hatine jî, lê heta niha wan kariye xwe ji provokasyon û pevçûnan dûr bihêlin. Heta kengî ev “aştî“ wê bidomê ne diyar e, lê Medî jî bi şerokî û sernetewana xwe navdar bûn.


Tevaya raportê di hejmara nû (153) ya Rûdawê (Çapa Ewropa) de bixwîn. Hejmara nû ji roja pêncşemê, 28.06.2012, ve li rojnamefiroşan e.


Têbînî: Belavkirina vê nivîsê bêyî nîşandana Rûdaw wekî çavkanî qedexe ye.


Sê caran bû ṣampiyonê pîzzayê yê cîhanê

Di salên 1990î de pistî, ku gundê wan ê li ser Farqîna Amedê ji aliyê leṣkerên tirk ve hat ṣewitandin, Hakki Akdeniz pêṣî ҫû Kanadayê û paṣê jî ҫû Amerîkayê. Akdeniz heta niha sê caran bûye şampiyonê pîzzayê yê cîhanê û 8 caran jî bûye sampiyonê Ewropayê. Meha Tîrmehê ew diҫe paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û li wir wê hunera xwe pêṣkêṣ bike.


Ergulen Toprak / New York

Akdeniz got, \"Min heta niha li gellek welatan show kiriye, lê ez ji ber ku li Kurdistanê showê dikim pirr bi heyecan im. Ez dixwazim ji bo Birêz Barzanî ji pîzzayeke taybet ҫêbikim.\" Xortê kurd Hakki Akdeniz ji Rûdawê re axivî û behsa jiyana xwe ya ku ji Farqînê destpêkiriye û heta Amerîkayê kir. Wî di zarokatiya xwe de li Farqînê di restoranan de kar kiriye û lehmecûn ҫêkirine. Di sala 1993ê de gundê wan tê ṣewitandin û malbata wan berê xwe dide Kanadayê. Li Kanadayê demeke dirêj ligel birayê xwe xebitiye û wê demê dest bi karê pîzzayê kiriye. Akdeniz wiha axivî: \"Temenê min bicûk bû û min bi fransî nizanîbûm, ez xistin metbexê. Li Farqînê ez fêrî çêkirina lehmecûnan bibûm, mêze kirin ku cêkirina pîzzayê ji destê min tê û karê pîzzayê dane ber min. Ez ji wê rojê heta îro pîzza ҫêdikim û tevlî showên hevrikiyên dibim.\"

Di boksê de medalyayên zêrîn bidestxistin

Di sala 2000î de Akdeniz diҫe Amerikayê û li wir demekê bi boksê re mijûl dibe û di salên 2004 û 2005ê de li New Yorkê medalyaya zerîn bidestve tîne. Akdeniz ranaweste û di pêşbirka Golden Gloves de, di kîloya xwe de, dibe 3. cîhanê yê boksê. Lê ji ber parsuyek wî diṣkê neҫar dimîne dev ji boksê berde û xwe dide karê pîzzayê. Di hevrikiya yekemîn de Akdenîz dikare tenê bibe 87. cîhane û got, \"Ji ber min di hevrikiya yekemîn de encamek xirab bidest xist, ez ranawestiyam, bo hevrikiya duyemîn min xwe amade kir û bûm sêyemîn. Paṣê di sala 2006ê de li Orlandoyê cara yekem bûm ṣampiyonê Amerikayê. Ez heta niha bi giṣtî 8 caran bûme ṣampiyonê Amerîkayê û 3 caran jî bûme ṣampiyonê cihanê.” Akdenîz medalyaya zêrîn ya dawî sala borî li Atlantic City bidest xistiye û di heman salê de li Îtalyayê jî tevlî hevrikiyeke komî dibe û ligel grûba xwe dîsa Ṣampiyoniya Cîhane bidestdixe.

 

Di çar kategoriyan de hevrikî tên kirin

Hevrikiyên pîzzayê di fûarên alavên metbexan de tên lidarxistin û kategoriyên hevrikiyê jî wiha ne: Lezgîntirîn çêkirina hevîrê pîzzayê, vekirina mezintirîn hevîrê pîzzayê, badana xweşiktirîn hevîrên pîzzayê bi destan û ҫêkirina pîzzaya herî bi tam û lezzet. Akdeniz niha jî amadekariya Ṣampiyoniya Cîhanê ya Las Vegasê dike ku di meha Îlonê de tê lidarxistin.

Wêneyên wî ligel stêrkên Hollywoodê hene

Di hemû hevrikiyan de, ligel qezenckirina pere û xelatên bi rûmet, Hakki Akdenîz di medyaya amerîkî de jî gellek nav û deng daye. Heta niha 68 caran tevlî bernameyên kanalên tv bûye ku di nava wan de CNN jî heye, herwiha bi dehan hevpeyvîn dane rojnameyên wî welatî. Wêne û dîmenên Akdeniz herwiha dem bi dem bi navdarên Hollywoodê re jî tên dîtin. Di restorantên xwe de wî wêneyên xwe yên ku ligel stêrkên amerîkî yên weke Kim Kardashyan, Morgan Freeman, Keanu Reeves û ji Tirkiyeyê jî bi Mahsun Kirmizigul re kişandine, bi dîwaran ve, li ber medalya û plaketên xwe, daleqandine.

Dixwaze navê Silvano bike zincîrek navnetewî

Akdeniz daxuyand ku ji ber hejariyê wî nekariye herê dibistanê û piṣtî ku ҫendîn xelat li Îtalyayê standine, ew du mehan çûye perwerdeya taybet û li restoranta ku cara yekem pîzza lê hatiye ҫêkirin xebitiye. Ev du sal in ku ew xwediyê restoranta xwe ye û got, \"Niha bi navê Champion Pizza du û yek jî bi navê Silvano sê dukanên min hene. Min mafê patenta van herdu navan li Amerîka û li Tirkiyeyê standiye û dixwazim bi van navan zincîra pîzzayê ava bikim.”

5 ziman dizane, dixwazê zimanan zêde bike

Bi sponsoriya xwediyê AFA Groupê, Abdullah Alagoz, Hakki li Tirkiyeyê hewl dide ku hevrikiyên pîzzayê lidarbixe û hewl dide li seranserê cîhanê tevlî hemû hevrikiyan bibe. Hakki ligek kurdiyeke zelal dikare bi tirkî, înglizî, spanî û fransî jî biaxive. Ew niha jî hewl dide ku fêri japonî bibe û dibêje, “Dixwazim îtalî jî fêr bibim, ji ber ku karê min bi xwe karekî îtalî ye.”

“Barzanî wê pîzzaya min biecibîne”

Akdeniz daxûyand ku ew di meha Tîrmehê de diçe Hewlêrê û got, “Bi sponsoriya AFA Group ya Abdullah Alagöz ezê li wir showek bikim û bo kar ҫendîn hevdîtinan jî bikim.” Akdeniz herwiha got, “Eger derfeta min hebe, dixwazim bo serokê Herêma Kurdstanê Mesûd Barzanî pîzzayeke taybet ҫêbikim û baş dizanim ku ewê pîzzaya min biecibîne.” Ew sala borî carekê ҫûye Hewlêrê û got, \"Ev 17 sal in ku ku ez nikarim herim Tirkiyeyê, lewma bo hevdîtîna dê û bavê xwe ez çûm Hewlêrê û ew jî hatin wir. Ez li wir pirr geriyam, ҫûm Family Mall, Majidi Mall û Sultan Restaurantê. Ez dikarim li Hewlêrê dibistana pîzzayê vekim. Armanca min ewe ku bo ciwanan bibim mînak û fersendekê bidim wan.” Akdeniz got bo demeke kurt ew pistî 18 salan di destpêka îsal de ҫûye Amedê û got piṣtî serdana Hewlêrê wê here Amedê jî.

 

Tevaya raportê di hejmara nû (153) ya Rûdawê (Çapa Ewropayê) de bixwîn. Hejmara nû ji roja pêncşemê, 28.06.2012, ve li rojnamefiroşan e.


Têbînî: Belavkirina vê nivîsê bêyî nîşandana Rûdaw wekî çavkanî qedexe ye.


Yekemîn konferansa akademîkerên êzdî lidarket

Bi pêşengiya Komîteya Amadekar ya “Hevgirtina Akademîkerên Êzdî“ (Gesellschaft Ezidischer AkademikerInnen - GEA), rojên 23 û 24ê Pûşperê derdorê 200-250 akademîkerên Kurdên êzdî li bajarê Almanya Bielefeldê gihiştin hev.

Bielefeld (Rûdaw) - Di yekemîn konferansa “Hevgirtina Akademîkerên Êzdî“ de, ku akademîkerên êzdî ji hemû beşên Kurdistanê û ji gellek welatên Ewropayê tevlî bûn, li ser gellek mijarên girêdayî civaka êzdî û bi taybetî jî rewş û pirsgirêkên Êzdiyên Ewropayê gotar hatin pêşkêşkirin. Carcaran guftûgoyên germ di navbera pêşkêşkarên gotaran û guhdaran de derdiketin. Bi taybetî mijara rola jinê di civaka êzdî de, kuştinên ji ber sedemên namûsê, întegrebûna Êzdiyan di civakên ewropî de û vebûna Êzdatiyê bo bawermendên olên din bi germî hat nîqaşkirin. Pirsgirêka bikarneanîna zimanê kurdî di nav nifşên nû de û dûrketina ciwanan ji Kurdbûn û ola wan mijareke sereke ya konferansê bû.

Yek ji amadekarên konferansê, psîkolog Dr. Sefik Tagay, diyar kir ku ji Payîza sala borî ve ew di nav amadekariyên vê konferansê de ne û wan heta niha 8 civînên amadeker lidarxistine. Dr. Tagay diyar kir ku armanca wan ewe ku ev konferans bibe bingeh ji bo avakirina saziyeke akademîkerên êzdî û bi vî awayî pêşî li lêkolînên zanistî derbarê civaka êzdî û Êzdayatiyê de vebe. Li gor agahiyên ji Dr. Tagay, di nava çend heftiyan de wê civînek “Hevgirtina Akademîkerên Êzdî“ bê lidarxistin, bi armanca îlankirina saziyeke sîwanî ya akademîkerên êzdî.

Dr. Sefik Tagay derbarê “Hevgirtina Akademîkerên Êzdî“ de got ku ev însyatîf, ku ew çaverê dikin ku di demek kin de bibe saziyeke fermî, wê serbixwe be û ne girêdayî ti aliyan be û ewê hewl bidin ku ji hemû akademîkerên êzdî re bibin navnîşanek. Dr. Tagay got ku armancek wan ya sereke ew e ku ola Êzdatiyê li Almanyayê bi fermî weke ol bê naskirin û li dibistanên Almanyayê dersên ola Êzdatiyê bên dayîn. Dr. Tagay herwiha got ku armanceke wan ya dema dûr jî avakirina navendeke olî li Almanyayê ye, ku ew jî dikare li bajarê Bielefeldê bê avakirin. Tagay diyar kir ku ew civaka êzdî weke beşek ji gelê Kurd dibînîn, lê civaka êzdî xwedî taybetmendiyan e û ji ber wê yekê pêwîstiya Êzdiyan bi saziyên taybet heye.

Konferans bi piştgiriya bajarê Bielefeldê li salona bajarvaniyê hat lidarxistin. Li gor agahiyên rêxistinên Êzdiyan û bajarvaniya Bielefendê, li Almanyayê derdorê 60-80 hezar Êzdî dijin. Bajarê Bielefeldê yek ji navendên Êzdiyên Almanyayê ye û li vî bajarî û derdorên wê 7-10 hezar Kurdên êzdî dijîn. Pirraniya wan ji Bakurê Kurdistanê ne. Di van salên dawî de derdorê 3000 Kurdên êzdî ji Başûrê Kurdistanê jî hatine vî bajarî.

Tevaya  nûçeyê di hejmara nû (153) ya Rûdawê (Çapa Ewrûpa) de bixwîn. Hejmara nû ji roja pêncşemê 28.06.2012, ve li rojnamefiroşan e.


Têbînî: Belavkirina vê nivîsê bêyî nîşandana Rûdaw wekî çavkanî qedexe ye.

 

 


فینلەندا 29 پەناخوازی کورد دیپۆرت دەکاتەوە

سەرەڕای بڕیاری دادگای باڵای فینلەندا کە لەئێستادا ناردنەوەی پەناخوازانی عێراقی راگرتووە، کەچی پۆلیسی فینلەندی 29 پەناخوازی کوردی لەڕێگەی بەغداوە دیپۆرت کردووەتەوە. ئەمەش لەکاتێکدایە کە لەنێوان هیڵسنکی و بەغدادا هیچ رێککەوتننامەیەکی بەزۆر ناردنەوەی پەناخوازان نییە. بە گوتەی پەناخوازێکی کورد لە فینلەندا: \"عێراق  و فینلەندا لەبەر کوردبوونمان ئەو غەدرەمان لێ دەکەن.\"

وردەکاریی زۆرتر لە ژمارەی ئەم هەفتەیەی (رووداو)دا بخوێنەرەوە..

بەلجیکا 8 کورد دەستگیر دەکات

بەلجیکا (رووداو)
هەفتەی رابردوو پۆلیسی شاری برۆکسەلی پایتەختی بەلجیکا رایگەیاند کە 8 کوردی \"عێراقی و ئێرانی\"ی دەستگیرکردووە. ئەو کوردانە بەتۆمەتی \"قاچاخچێتیکردن بە مرۆڤانەوە\" دەستگیرکراون. پۆلیسی برۆکسەل لە بەیاننامەیەکدا ئاماژە بەوە دەکات کە بەپێی لێکۆڵینەوە فەرمییەکان \"دەستگیرکراوەن کاریان گواستنەوەی کۆچبەرانی نایاسایی بووە لە بەلجیکاوە بۆ بەریتانیا و وڵاتانی ئەسکەندەناڤیا.\" پۆلیسی ناوبراو دەڵێت: \"دەستگیرکراوەکان چالاکییەکانیان بەهۆی ئۆتۆمبێلی بارهەڵگرەوە ئەنجامداوە و لە پارکەکانی سەر رێگەی سەرەکیی نێوان بەلجیکا و بەریتانیا خەریکی کارەکەیان بوون.\" هەروەها دەشڵێت: \"ئەوان هیچ سڵیان نەکردووەتەوە لە بەکارهێنانی تووندوتیژی بەرامبەر مرۆڤە کۆچبەرەکان و لەدژی رکابەرەکانی دیکەشیان، کە ئەوانیش قاچاخچێتییان بە مرۆڤانەوە کردووە، تووندوتیژییان بەکارهێناوە.\"
هەرچەندە پۆلیسی برۆکسەل ناوی کەسە دەستگیرکراوەکانی ئاشکرانەکردووە، بەڵام ئاماژەی بەوەداوە کە 8 کوردەکە رەتیدەکەنەوە هیچ پەیوەندییەکیان بە قاچاخچێتیکردنەوە هەبێت و ئەمە بە تۆمەت دەزانن لەدژیان.

دەستگیرکردنی ئەو 8 کوردە لەکاتێکدادێت کە دوو هەفتە پێش ئێستا دانیشتنێکی دادگاییکردنی 18 کوردی دیکەی تۆمەتبار بە قاچاخچێتیکردن لە بەلجیکا هەڵوەشایەوە. ئەویش دوای ئەوەی پاسەوانانی ئەو زیندانەی کوردە دەستگیرکراوەکانی تێدابوون دەستیان بە مانگرتن کردبوو بۆ باشترکردنی رەوشی ژیانیان. ئەمەش وایکرد کە نەکرێ 18 کوردەکە بهێندرێنە بەردەم دادوەر. هەرچەندە دادوەر ئامادەیی خۆی پیشاندابوو کە بەبێ ئامادەبوونی دەستگیرکراوەکان دانیشتنی دادگاکە دەستپێبکات، بەڵام پارێزەری کوردەکان ئەو داوایەیان رەتکردەوە و پێداگیرییان کرد لەسەرئەوەی کە دەبێ راسپێردراوەکانیان لە دانیشتنەکەدا ئامادەبن. پۆلیسی بەلجیکا نیگەرانە لە دواکەوتنی پرۆسەی دادگاییکردنەکە، چونکە ئەگەر ئەوە هەیە هەندێک لە دەستگیرکراوەکان بەپێی یاسا ئازادبکرێن. ئەویش بەهۆی ئەوەی ماوەیەکی درێژ لە زینداندا هێڵدراونەتەوە بەبێ ئەوەی دادگایی بکرێن. داواکاری گشتیی بەلجیکا داوای سزای زیندانی لەنێوان 3 مانگ تاوەکو 8 ساڵی کردووە بۆ کوردە دەستگیرکراوەکان.

 

لە هۆڵەندا هێرشكەرانی تورك 5 كورد بریندار دەكەن

ئەمستەردام (رووداو)

‎ژمارەیەك خۆپیشاندەری تورك هێرشدەكەنە سەر بارەگای ناوەندێكی رۆشنبیری كوردی لە ئەمستەردام و 5 كەس برینداردەبن.

دوای نیوەڕۆی 23/10/2011 نزیكەی 200 خۆپیشاندەری تورك روو لە بارەگای سەنتەری كوردی لە شاری ئەمستەردام دەكەن و هەوڵدەدەن بچنە ناویەوە. دوای ئەوەی لەلایەن كوردانی ناو بارەگاكەوە رێگەیان لێدەگیرێت، تورك دەستدەكەن بە بەردبارانكردنی بارەگاكە و دوای ئەوەش دەنگی چەند تەقەیەك لەناو خۆپیشاندەرانی توركەوە دەبیسترێت.

بەپێی گێڕانەوەی هەواڵنێری (رووداو)، كە شایەتی رووداوەكە بووە، دوای ئەوەی زۆرتر لە 20 ئۆتۆمبێلی پۆلیسی هۆڵەندی دێن و نزیكەی 100 پۆلیس بە ناوچەكەدا بڵاودەبنەوە، بارودۆخەكە كۆنتڕۆلدەكرێ.

خۆپیشاندەرە توركەكان نیوەڕۆی رۆژی 20/10/2011یش لە گۆڕەپانی (دام)ی سەنتەری شاری ئەمستەردام بە خۆپیشاندانێك ناڕەزایی خۆیان دەردەبڕن بەرامبەر هێرشەكەی ئەم دواییەی گەریلاكانی پارتی كرێكارانی كوردستان PKK بۆ سەر سەربازگە توركییەكان لە باكووری كوردستان. لە خۆپیشاندانەكەدا چەندین هوتاف دژی كورد دەڵێنەوە.

ئاراس كامیل، كە یەكێكبووە لە كوردە تووڕەكان، چۆنیەتی رووداوەكەی بۆ (رووداو) گێڕایەوە \"لەگەڵ كۆمەڵێك هاوڕێمدا بە گۆڕەپانی دامدا تێدەپەڕین. گوێمان لێبوو یەكێك هاواری دەكرد: كوردە تیرۆریستەكان، كوردە تیرۆریستەكان، ئەمە زۆر تووڕەی كردین و رۆیشتینە لایان. پێمانگوتن: عەیبە كورد تیرۆریست نین، وامەڵێن، كەچی ئەوان هێرشیان كردە سەرمان و دەیانویست لێمان بدەن، ئێمەش دەستمان لێكردنەوە\".

ئەم قسانەی ئاراس لەلایەن وتەبێژی پۆلیسی ئەمستەردامیش پشتڕاست دەكرێتەوە كە چەند چركەیەك دوای رووداوەكە دەكەونە نێوان كورد و توركە بەشەڕهاتووەكان \"هەردوولا زۆر تووڕە و هەستەوەر بوون. هاوكارانم دیوارێك لەنێوان هەردوولادا دروستدەكەن و رێگە دەگرن لەوەی پێكدادان رووبدات\".

هەواڵنێری (رووداو) رایگەیاند كاژێر 3ی دوای نیوەڕۆی رۆژی 23/10/2011 گرووپێك لە خۆپیشاندەرانی تورك بەرەو بارەگای سەنتەری كوردی لە ئەمستەردام دەڕۆن و هەوڵدەدەن بچنە ناو بارەگاكەوە. لەكاتی ئامادەكردنی ئەم راپۆرتەدا پۆلیسی ئەمستەردام هاتووچۆی لە تەواوی گەڕەكی گەورەی (سلۆتەركادە) قەدەخەكردووە و رێگە بە هاتووچۆی ئۆتۆمبێل نادات. هەروەها پەیامنێرانی میدیا هۆڵەندی و بیانییەكان رێگەیان پێنادرێت لە شوێنی رووداوەكە نزیك ببنەوە.

 

وردەکاریی زۆرتر لە چاپی ئەم هەفتەیەی (رووداو)دا بخوێنەرەوە



                               
                               
Amed dixwaze bibe lîstikvanê fûtbolê

Amed 9 salî ye. Amed li Swêdê ji dayîk bûye, lê niha li bajarê Almanya Dortmundê dijî. Gelo Amed ji ku dera Kurdistanê ye?  Ji Amedê? Nexêr, bavê Amed ji Mêrdînê ye û dayîka wî jî ji Mûşê ye. Amed diçe pole 3’em ê dibistanê û du xewnên Amed hene: Dixwaze bibe lîstikvanekî fûtbolê û şofêrê taksiyê jî. Lê dema ku Amed bibe lîstikvanekî fûtbolê yê navdar, wê demê belkî pêwîstiya wî nemîne ku bibe şofêrê taksiyê, wê demê belkî şoferekî wî yê taybet hebe.

...
ناڤێ من بۆتانە

ناڤێ من بۆتانە

ناڤێ من (بۆتان)ە. ئەز کوردێ کوردستانێمە و ل 7/3/2008 ل ئەڵمانیا ژ دایک بوومە. ئەز نها 3 ساڵیم. دایک و باڤێ من ژ باشوورێ کوردستانێنە و خەلکێ (زاخۆ)نە. سلاڤێت من  بۆ هەمی زارۆکێن کوردستانێ هەنە. سپاسیا رۆژناما (رووداو) دکەم و بژی کورد و کوردستان. 

 

...
Bangewazî
KÖLN- Konsera piştgiriya erdhejzedeyên WANÊ
Hunermendên kurd li Berlinê konserek ji bo Waniyan li dar dixin
3. Rojên fîlmên Kurdî li Kolnê
بانگه‌وازی